Ji pêşekariyên Tevgerê, kar li ser dosiyayên mirovî û danasîna wan weke dosiyane "ne cihê danûstandinê" û kar li ser Veguhestina Siyasî bi çavekî Jinnîzimê
Em ji bo bicîkirina bejdariya kara ya jinan di hemû navendên sazkirina biryarê de bi rêjeya herî kêm 30% berev nîv bi nîvê, hewl didin
Tevger kar li ser avakirina Sûriyê li ser bingehên wekheviya hemwelatîbûnê bê ti cêwazî navbera hemwelatiyan de, dike
Roja 16 îlona 2020ê, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî belgeya “Ewlehiya Aborî û Peymana Civakî û Nasnameya Niştimanî û Aştiya Civakî” li gel Encûmena Pêwendiyên Derve ya Amerîkî li New Yorkê, bi beşdariya hejmarek ji kesayetiyên girîng û yên ku girîngiyê bi rewşa Sûriyê didin belav kir. Bi sedema bahora Coronayê, hevdîtin bi şêweyê online hat encamdan.
Di 28ê Tebaxa 2020ê de, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrîiyê, di civînekê de bi navnê,"Siyasta Sûriyê bi Nêrîneke Jinane" ku bi riya platforma Zoom bi rêve çûye, û bi amedebûna Dewleta Meksîk, bi nûnertiya Sekreterê Yekem ê mafên mirovan, nûnerê Şanda daîmî ya Dewleta Meksîk li ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Cenêvê, birêz Diego Ruiz Gallio, pelika xwe ya sîyasî bi navê "Daxwazên Jinên Sûrî ji bo peymanek civakî dadmend, nasnameyeke niştimanî giştî û aştiyeke domdar" derxist.
Karê Komîta Peywendî û Çalakiyan giringiyê dide peywendiyê bi Sûriyan re li Sûriyê û li derve, û bi taybetî jinên Sûriyê.
Ev bûye çend roj gelê Sûdanê êşeke mezin ji ber lehiya çemê NÎlê dikşîne, ev karesata xwezayî ya ku di encamê de zêdeyî sed kesî ji xelkê Sûdanê jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî sed hezar xanî bi tevahî yan bi şêweyekî beşî hatine hilweşandin, û ziyan gihandiye bêhtirî ji nîv milyon kes.
Bi berdewamiya nûçeyên xemgînker di derbarê rewşa penaberên Sûrî yên li welatên derdorê dijîn, nemaze yên li libnanê ku retorîka nijadperest ya fermî li dijî wan her tûjtir dibe û daxwaza dersînorkirina wan ji xaka Libnanê zêde dibe, loma penaber neçarin vegerin welatê xwe.
Xelkê sivîl yên parêzgeha Hesekê derdê kêşeya bêaviyê dikşînin, ji ber rawestandina wêstgeha Elok a ku avê ji nêzîkî mîlyonek sivîl re peyda dike. Qutkirina avê di demekê de tê ku bahora Covid-19 belav dibe, û pêwistî bi avê heye ji bo rûbirûbûna vê bahorê, lewma qutkirina avê karesateke mirovî ya mezin e.
Îro heftemîn salvegera êrişa rejîma Sûriyê bi çekên Kîmyayî li ser Xûteya Şamê ye ku di 21ê tebaxa 2013an de hatibû encamdan, û bubû sedema jiyanjidestana bi sedan kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, herwiha bi hezaran kes tûşî zehmetiyên henasedan û xenqînê hatibûn.
Bi sed hezaran jinên Sûrî neçar man ku bi riyên neyasayî ji welatê xwe derkevin, vê yekê ew tûşî hemî cûreyên pirsgirêk û metirsiyan kirin, û helbet ew zarokên bi dayikan re jî rastî heman metirsiyan hatin, ji ber ku dayik di hemû şert û mercên cûrbecûr de li gel zarokê ye, li gorî nerîtên civakên kevneşop.
Yekîtiya parlemanî ya navdewletî, ku kar li ser bihêzkirina demokarsî û piştevaniya parlemanên cîhanê dike, bilindtirî rêjeya beşdarbûna jinan di parlemanê de li Rawanda dît, ew jî li ser asta navdewletî bûye.
"Leşkeriya neçar" ji bo beşa herî mezin a ciwanên Sûrî yên temenên wan di navbera 18 û 40 salî de, xemek rasteqîn e, ku di madeya çil û şeşan ji Destûra Sûrî dibêje ku ew : "Erk û mafek e li gor yasayê tê sazkirin".
Nûçeyên me: Civîna yekem a Desteya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê li bajarê Frankfort li Elmaniyayê navbera 12-14ê Çileya 2019